Îbrahîm Kalin bûye Serokê MÎTê, Mûsa Avsever jî bûye Serfermandar
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê aşkere kiriye ku Îbrahîm Kalin bûye serokê MÎTê, Fermandarê Hêzên Bejayî Mûsa Avsever jî bûye Serfermandar.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê duh li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ragihandiye ku Îbrahîm Kalin ji bo Serokatiya Rêxistina Îstîxbaratê ya Netewî (MÎT) hatiye tayînkirin.
Kalin Berdevkê Serokomariyê bû.
Serokatiya Ragihandinê di heman demê de bi peyameke din diyar kiriye ku li şûna Serfermandar Yaşar Gulerî, Fermandarê Hêzên Bejayî Mûsa Avsever ji bo Serfermandariyê hatiye tayînkirin.
Yaşar Guler di lijneya wezîran a nû de bûbû Wezîrê Berewaniyê. Tayînkirina Arseverî demkî ye û heta kesekî din ji bo Serfermandariyê bê tayînkirin wê hem Fermardariya Hêzên Bejayî bike û hem jî Serfermandariyê. (AEK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.