Îbrahîm Gokçek, gîtarîstê Grup Yorumû koça dawî kiriye
Îbrahîm Gokçek, Gîtarîstê Grup Yorumê koça dawî kiriye ku piştî 323 rojan dest ji rojiya xwe ya mirinê berdabû.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Grup Yorumê aşkere kiriye ku gîtarîstê wan Îbrahîm Gokçek, koça dawî kiriye. Gokçek 323 rojan rojiya mirinê digirt.
Bixwîne - Hêlîn Bolek, endama Grup Yorumê koça dawî kiriye
Piştî ku Grup Yorumê di 5ê Gulanê de ji bo konsere serî li Walîtiya Stenbolê dabû, dest ji rojîgirtinê berdabû û ew biribûn nexweşxaneyê.
Gokçekê 40 salî îro li nexweşxaneya ku lê dihate dermankirin, koça dawî kiriye.
Hêlin Bolek, endama din a Grup Yorumê jî di dema girtina rojiya mirinê de koça dawî kiribû. (AS/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.