Hûrgiliyên qedexeya derketina derve ya şemiyê û yekşemê diyar bûne
Roja şemî û yekşema 9-10 Gulanê dê li 24 bajaran biryara qedexeya derketina derve were cîbicî kirin. Roja îniya 8 Gulanê market, dikan û mêwefiroş wê heta saet 23.00an vekirîbin.

Fotograf: Mehmet Eser / Stenbol - AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Navxweyî ji 81 walîtiyan re derbarê qedexeya derketina derve ya ku wê li 24 bajaran bê cîbicîkirin, giştîname şandiye.
Li gorî giştnameyê bi boneya "Roja Dayikan" dê rojên şemî û yekşemê, gulfiroş dê xizmeta servîsê bo malan bidin.
Şemî û yekşema 9-10 Gulanê dê li 24 bajaran biryara qedexeya derketina derve were cîbicî kirin. Roja îniya 8 Gulanê market, dikan û mêwefiroş wê heta saet 23.00an vekirîbe.
24 bajar ev in:
Edena, Enqere, Balkesir, Bursa, Denizlî, Eskişehir, Stenbol, Îzmir, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Manîsa, Ordu, Sakarya, Samsun, Tekirdag, Trabzon, Amed, Dîlok, Meraş, Mêrdîn, Riha, Wan û Zongûldak. (EKN/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.