Hunermendê Kurd Engîn Cengîz hate desteserkirin
Hunermendê NÇMê Engîn Cengîz di saetên serê sibehê de hate desteserkirin.

Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Engîn Cengîz îro di danê sibehê de li Stenbolê hate desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê sedema desteserkirina Cengîz diyar nîne û li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar a li Fatîhê tê ragirtin.
Her wiha biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayin.

Hunermendên Kurd Helîmê Omerî û Azad Bedran hatin desteserkirin
7 Cotmeh 2024
NÇMê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da û wiha got: “Êrişên îktîdarê yên li dijî çand û hunera kurdî berdewam in. Îro di danê sibehê de hevalê me yê muzîkjen Engîn Cengîz bi hinceta îfadedayinê hate binçavkirin. Yên ku çand û hunera kurdî afirandin dê li dijî van êrişên we paşvegavê neavêjin. Muzîk û hunera kurdî bêdeng nabe.”
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.