Hişyariyên trafîkê yên bi kurdî li Cizîrê jî hat jêbirin
Nivîsa hişyariyê ya trafîkê ya bi kurdî “Pêşî Peya” ku Şaredariya Cizîrê li ser şeqaman nivîsandibû, hatin jêbirin.

Şeredariya Cizîrê ya Şirnexê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, ji bo di hatin û çûna welatiyan û ajokaran a di trafîkê de rê li ber qezayan bigire, li ser gelek şeqaman bi zimanê kurdî hişyariya “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsandibû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê weke li gelek bajarên herêmê ku nivîsên bi kurdî li ser fermana Wezareta Navxweyî hatibûn jêbirin, li Cizîrê jî nivîs hatin jêbirin.
Hat diyarkirin ku nivîsên bi kurdî yên li ser Şeqama Orhan Dogan, ji aliyên kesên nasnameya wan nediyar ve hatin jêbirin. Şaredariya Cizîrê jî da zanîn ku dê nivîsan dîsa binivîsin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.