Heywanên li cihên erdhêj lê çêbûyîn belaşî têne dermankirin
Serokê Lijnaeya Giştî ya Yekîtîya Veterînerên Tirk daxuyand ku ew ê li cihên erdhêj lê çêbûyîn heywanan belaşî derman bikin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Lijnaeya Giştî ya Yekîtîya Veterînerên Tirk Ali Erogluyî daxuyand ku ew ê li cihên erdhêj lê çêbûyîn heywanan belaşî derman bikin.
“Veterîner hekîmên serbest dê li Elezîz û Meletîyê belaşî dewar û pezan derman bikin. Hevpîşeyên me niho li her cih û quncikê karê xwe dikin.”
Çi bûbû?
25ê Kanûna Paşiyê li Elezîzê erdhêjeka bi pileyê 6.5 çêbûbû. Li gor daxuyanîyên fermî 36 kes miribûn, 45 kes jî bi saxî ji bin kavilên xaniyan hatibûn derêxistin.
(TP/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.