Hevserokên Şaredariya Milazgirê hatin girtin
Herdu hevserokên Şaredariya Milazgirê yên ji DBPyê, Halîs Coşkun û Memnune Sonmez duhî hatin girtin. Bi girtina wan hejmara hevserokên şaredariyan yên ji DBPyê yên hatîn girtin bû 46.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Herdu hevserokên Şaredariya Milazgirê yên ji DBPyê, Halîs Coşkun û Memnune Sonmez duhî hatin girtin. Bi girtina wan hejmara hevserokên şaredariyan yên ji DBPyê yên hatîn girtin bû 46.
Digel herdu hevserokan serokê rêxistina navçeyê yê DBPyê Mehmet Burhanli jî hatiye girtin.
Coşkun, Soylemez û Burhanli di 18ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin û bi sûcên “endambûna rêxistina terorî” û “gendelîya di îhaleyan de” û “ji bo rêxistinên terorî piştgirîdana ekonomîk” têne sûcdarkirin. (ÇT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.