Hevserokê BEKSAVê Ûçar hat berdan
Ûçar dema ji edliyeyê derket ji aliyê malbat û hevrêyên xwe ve hat pêşwazîkirin.

Hevserokê Weqfa Lêkolînên Çand û Hunerê ya Estetîka Perwerdeya Zanistê (BEGSAV) Ahmet Uçar hat berdan.
Uçar piştî îfadeya li Edliyeya Stenbolê ji aliyê malbat û hevrêyên xwe ve hat pêşwazîkirin.
BEKSAVê duh (28ê Îlonê) bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê fermî yê medya civakî Xê ragihandibû ku Uçar li balafirgeha Sabîha Gokçenê hatiye desteserkirin.
Hevseroka BEKSAVê Canan Kaplan jî di 25ê Îlonê de li Balafirgeha Sabîha Gokçenê hatibû desteserkirin.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.