Hevşaredarên Mehsert û Şaxê hatin girtin
Hevşaredarê Mehsertê Suleyman Tekin û Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartu hatin girtin. Hejmara hevşaredarên girtî yên DBPî derkete 72an.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevşaredarê Mehsertê Suleyman Tekin û Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartu hatin girtin. Mehsert navçeya Mêrdînê, Şax jî yê Wanê ye.
Hevşaredarê Mehsertê Suleyman Tekin di 27ê Kanûnê de hatibû binçavkirin. Tekin û 3 xebarkarên şaredariyê hatin girtin.
Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartu jî di 3ê Çileyê de hatibû binçavkirin. Bartu û 5 rêvebirên DBPê hatin girtin.
Bi vî awayî (5ê Çileyê) hejmara hevşaredarên girtî yên DBPê derkete 72an.
(ÇT/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.