Hevşaredarê Cizîrê Kunur hat girtin
Hevşaredarê Cizîrê Konur ku ji wezîfeyê hatibû dûrxistin bi îdiya “endamê rêxistinê ye” hat girtin. Bi vî awayî hejmara hevşarearê DBPî ku hatine girtin derkete 35an.
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevşaredarê Cizîrê Kadir Konur ku ji wezîfeyê hatibû dûrxistin bi îdiya “endamê rêxistinê ye” hat girtin.
Kadir Konur dema duh diçû Cizîrê li konrtola polêsan hat sekinan û piştî jê re gotin “divê tu îfade bidî” wî bibçav kirin.
Kunur îro bi îdiaya “endamê rêxistinê” hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.
Tê zanîn ku di 11ê Îlonê de qaymeqamê dewletê Ahmet Adanur weke qayûm li Şaredariya Cizîrê hatibû erkkirin.
Bi vî awayî hejmara hevşarearê DBPî ku hatine girtin derkete 35an.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.