21Ê SİBATÊ ROJA ZİMANÊ DAYÎKÊ YA CÎHANÊ
Hevşaredaran li Bazara Amedê etîketên bi kurdî belav kirin

Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Rêveberiya Çandê ya Şaredariya Bajarê Nû re, ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê, li Sûka Taxa Kooperatîfan a navçeya Bajarê Nû çalakiyek li dar xist.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevserokê Şaredariya Bajarê Nû Mehmet Ergun, serokên daîreyan û endamên meclîsê beşdarî çalakiya etîketên bi kurdî bûn.
Hevşaredar Bucak û hevalên pê re, ji bo esnaf û welatiyan etîketên bihayan ên bi herdu zaraveyên kurdî, kurmancî û zazakî/kirmanckî, lewheyên deriyan yên ku "vekirî-girtî" li ser nivîsandî, kokartên berîkê yên ku hestiyariya zimanî tînin ziman û stîcker belav kirin.
Hevşaredar Bucakê bi esnafan re sohbet kir û derbarê rewşa sûkê de ji esnafan agahî wergirt. Bucakê bala esnaf û welatiyan kişand ser girîngiya zimanê dayikê.