Hevgiriya ji bo Ozgûr Gûndemê didome
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistinên medyakaran, rêxistinên mafparêz û gelek rojnamevan ji bo hevgiriya Ji bo Ozgûr Gûndemê gihan hev, hevgiran bi daxuyaniyekê dîyar kirin û gotin: ‘’ Heke hevgirîya me, wan ev qasê aciz/hêrs bike em di rêya rast de ne. Em ê destên hev bigirin û bimeşin an jî em ê bêne tinekirin.’’
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê(TGS), Konfederasyona Karkerên Şoreşger(DISK), Cemîyeta Rojnamegerên Azad (OGC), Weqfa Mafên Mirovan(TIHV), Komeleya Mafên Mirovan(IHD), Yekîtîya Bijîşkên Tirkan(TTB), Konfederasyona Kedkarên Civakê(KESK) û Rêxistina Stenbolê ya HEDPyê ji bo hevgirîyê li ber derê Ozgûr Gûndemê kom bûn.
Ji bo hevgirîyê xebatkarên bianetê û gelek saziyên dî yên medyayê amade bûn.
Berpirsê weşanan, Inan Kizilkayayî daxuyanî xwend û got: ‘’ Her dem bedelê karkirina ji bo Ozgûr Gûndemê û hevgiriya ji bo wê gelek giran bûye, em dizanin. Em û ew kesên ji bo me tevlî hevgiriyê bûne ti caran ji dayina wî bedelî ne reviyane. ‘’
Piştî daxuyaniyê, her kes ji bo çalakiya îşev dê li Galatasarayê, li siet 19:30ê bê kirin hat vexwendin.
(ÇT/MB)
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine

Biryara tehliyeyê ji bo Taner Kiliç, rêveberê Rêxistina Efûyê derketiye

Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine

Cîranên wî êrîşa homofobîk birine ser edîtorê malpera Pembe Hayatê
