Heta niha zêdetirî milyonek hilbijêrî li derveyî Tirkiyeyê deng dane
Milyonek û 7 hezar û 165 hilbijêrî heta niha li derveyî Tirkiyeyê dengên xwe ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê bikar anîne.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pêvajoya dengdanê ya li ser sînoran û nûnertiyên derveyî Tirkiyeyê, di 27ê Nîsanê de destpê kiribû.
Li gorî daxuyaniya Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK), ji bo Hilbijartina Serokomariyê û ya Parlamenteriyê ya Serdema 28an a 14ê Gulanê, heta niha milyonek û 7 hezar û 165 hilbijêrî heta niha li derveyî Tirkiyeyê dengên xwe dane.
Li derveyî welêt 3 milyon û 416 hezar û 98 hilbijêr hene.
Pêvajoya dengdanê ya li nûnertiyên 73 welat û 156 cihan, wê di 9ê Gulanê de bidawî bibe. (AS/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.