Heta niha li Çînê ji ber Vîrusa Koronaya Nû 1771 kes mirine

Li gor daxuyaniya ku ji Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê hatiye dayîn, jimara kesên ku bi Vîrusa Koronaya Nû ango Kovîd-19ê ketine derketiye 70 hezar û 548 kesan û ji wan rewşa 10 hezar û 644 kesan giran e. 1771 kes jî mirine.
Jimara kesên şik û guman li ser hene ku vîrus li wan peyda bûye kêm bûye û daketiye 7 hezar û 264 kesan, kesên ku di binê kontrolê da ne jî wek 150 hezar û 539 kes hatin eşkerekirin. Kesên ku piştî nexweşiyê baş bûne 10 hezar û 844 in.
Li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê jimara kesên ku vîrus li wan peyda bûye derketiye 57an, li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê jî ev jimar wek 10 hatiye eşkerekirin.
Di 24 saetên dawîn da 105 kes mirine
Ji ber şewba Kovîd-19ê, li welêt di 24 saetên dawîn da 105 kes mirine, vîrus li 2 hezar û 48 kesên peyda bûye. Ji miriyan 100 kes ji eyaleta Hubeyê, 3 kes ji Hunanê, 2 kes jî ji eyaleta Guangdongê ne. (FD)
Çavkanî: AA