Herî zêde “mafê dadgehkirina adil” hatiye binpêkirin
Dadgeha Destûrî, îstatîstîkên derbarê serlêdanên şexsî yên heta sala 2020an aşkere kiriye. Dadgehê ji bo nîvê dosyayan biryar daye ku mafê dadgehkirina adil hatiye binpêkirin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî îstatîstîkên derbarê serlêdanên şexsî yên di navbera 23yê Îlona 2012an û 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2019ê aşkere kiriye.
Li ser hev 254 hezar û 636 kesan serî li dadgehê dane. 211 hezar û 801 dosya encam dane.
Serlêdan nehatine qebûlkirin
Di 8 hezar û 369 dosyeyan de herî hindik mafek hatiye binpêkirin. Rêjeya vê di nava hejmarên giştî de ji sedî 4 e.
Ji sedî 90ê serlêdanan “nehatine qebûlkirin”.
Binpêkirina azadiya xweîfadekirinê di rêza sêyem de ye
Dadgehê ji sedî 50,8ê dosyêyan de biryar daye ku “mafê dadgehkirina adil hatiye binpêkirin. Li ser hev 4 hezar û 357 dosya ne.
Di rêza duyem de binpêkirina mafê semyanan heye ku 2 hezar û 650 dosye ne.
Binpêkirina azadiya xweîfadikirinê bi 570 dosyayan di rêza sêyem de ye. (AS/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.