Hejmara miriyan li Tirkiyeyê gihîştiye 3 hezar û 174 kesan
Duh li Tirkiyeyê 93 kesên din ji ber koronavirus ango Covid-19ê mirine. Bi vê hejmarê re hejmara miriyan gihîştiye 3 hezar û 174 kesan.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê zanyariyên nû yên derbarê vîrusa koronaya nû ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandine.
Li gorî van zanyariyan duh nexweşî li 2 hezar û 615 kesên din peyda bûye. 93 kes mirine. 4 hezar û 846 kes baş bûne.
Heta niha testa milyon û 33 hezar û 617 kesan hatiye kirin. 120 hezar û 204 kes bi vê nexweşiyê ketine. 3 hezar û 174 kes jî mirine.
Dermankirina hezar û 514 kesan li beşa nexweşiyên giran berdewam dike. Nexweşên ku endube ne 803 ne. Heta niha 48 hezar û 886 nexweşên ku dermankirina wan hatiye kirin, baş bûne. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.