Hejmara kesên ku li derveyê Tirkiyeyê deng dane ji milyonekî derbas kiriye
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pêvajoya deng dayînê ya hilbijêrên ku li derveyê welat tomar kirîne ya ji bo tûra duyemîn a Hilbijartina Serokomariyê ya ku wê di 28ê Gulanê da bê kirin dewam dike.
Li gorî daxuyaniya Lijneya Bilind a Hilbijartinê, heta saet 19.35ê roja duyemîn (duh) a hilbijartinê hejmara giştî ya hilbijêrên ku li derveyê welat tomar kirîne li balyozxane û gumrikê dengên xwe dane, gihîştiye milyonek û 38 hezarî.
Li nûnertiyên derveyê Tirkiyeyê pêvajoya dengdanê wê di 24ê Gulanê de bi dawî bibe. Kesên ku nikaribin herin nûnertiyan û dixwazin dengên xwe bidin, heta 28ê Gulanê li deriyê sînor ên welatê lê dimînin dikarin dengên xwe bidin.
Di tûra yekemîn a Hilbijartina Serokomariyê de ku di 14ê Gulanê de hat kirin di 5 rojan de bi giştî 697 hezar û 577 hilbijêr çûne ser sindoqan. (AS/AY)