HDP û DBPyê ji bo Anli û Kişanakê bangî welatiyan kirin, walîtîyê kombûn qedexe kir
Ji ber girtina hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Gultan Kişanak û Firat Anliyî HDP û DBPyê bangî welatiyan kirin ku îro siet 11ê xwenîşandanan pêk bînin. Walîtîya Amedê daxuyand ku xwenîşandan ‘’ne qanûnî’’ ye.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji ber girtina hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Gultan Kişanak û Firat Anliyî Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) bangî welatiyan kirin ku îro siet 11ê li Amed û Stenbolê xwenîşandanan pêk bînin.
Walîtîya Amedê daxuyand ku xwenîşandana di siet 11ê de ‘’ne qanûnî’’ ye û dîyar kir ‘’em bawer dikin ku welatî dê guh nedin bangên bi vî rengî.’’
Li sê cihên Stenbolê û Amedê xwenîşandan dê bêne pêkanîn
Xwenîşander dê di siet 11ê de, li ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bibin.
Xwenîşanderên li Stenbolê jî dê li ber Gayê Kadikoyê, Meydana Galatasarayê ya Taksîmê û Meydana Bakirkoyê kom bibin. (ÇT/MB)
*Wêne: Fikret Kavgali / Amed / AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.