bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Hat îdiakirin ku Dogan Medya ji bo Demirorenê hatiye firotin
Hat îdiakirin ku Gruba Medyayê ya Doganê ji bo Gruba Demirorenê bi Milyarek û 250 milyon dolaran hatiye firotin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hat îdiakirin ku Gruba Medyayê ya Doganê ji bo Gruba Demirorenê bi Milyarek û 250 milyon dolaran hatiye firotin.
Li gor nûçeya T24ê serokê Gruba Doganê, Aydin Doganî û serokê Gruba Demirorenê Erdogan Demirorenî ji bo firotinê li hev kirine. Aydin Doganî di sala 2011ê de jî rojnameyên Millîyet û Vatanê firotibûn Gruba Demirorenê.
Li gor nûçeyên di rojnameya Birgun û Sozcuyê de hatîn belavkirin, Gruba Medyayê ya Doganê ku Kanal D, CNN Turk, rojnameya Hurriyetê û rojnameya Milliyetê jî tê de ye bi milyarek û 250 milyon Dollaran hatine firotin.
Doganê di sala 2011ê de rojnameyên Vatan û Milliyetê firotibû şirketa hevalbendiya Demiroren û Karacanê(DK Grup). DKyê ji bo herdu rojnameyan 74 milyon Dollar dabû.
(EA/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.