Hamas: Me xwest Tirkiye, Qeter, Misir, NY û Rûsya ji bo agirbestê bibin garantor

Endamê Buroya Siyasî ya Tevgera Hemasê Usame El Hemdan di civîna çapemeniyê ya ku li Ofîsa Hamasê ya Beyrûtê hat lidarxistin de têkildarî peymana pevguhertina dîlgirtiyan û agirbestê ya ku Hamasê bi rêya welatên navbeynkar pêşkêşî hikûmeta Îsraîlê kiribû, daxuyanî da.
Li gorî nûçeya AAyê Hemdan destnîşan kir ku Hemas ji bo agirbesteke berfireh û bêkêmahî dixebite, Hemdan wiha got: "Hamasê di peymanê de pêşniyarên weke şandina alîkariyan û malzemeyên alîkariyê, bidawîkirina êrîşên hovane yên li ser sivîlan, zarok, jin û kal û pîrên bê parastin û dabînkirina stargehek ewle ji bo awareyan, ji bo ji nû ve avakirina Xezeyê û rakirina dorpêçe li ser wê û pevguhertina dîlgirtiyan pêşkêş kirin."
Helwesta Îsraîlê
Hemdan diyar kir ku tevî helwesta Îsraîlê ya ku mafên herî bingehîn ên gelê Filistînê înkar dike, Hamasê bersiveke erênî da peymana lihevkirinê û got, Îsraîl ji roja ku mutabakata peymanê hatiye ragihandin û heta niha bi israr daxuyanî dide ku ew ê êrîşên xwe yên li ser Xezeyê bidomînin.
Hemdan daxuyaniya dawî ya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya derbarê peymana lihevkirinê de bi bîr xist û diyar kir ku Netanyahu gotiye ku ew ê artêşa xwe ji Xezeyê venekişine û Filistîniyên di zindanan de ne bernedin.
Welat û saziyên garantor
Li ser pirsa rojnamevanan ku ji bilî Misir û Qeterê di peymana lihevkirinê de kîjan welatên garantor hene, Hemdan got, "Di pêşniyara me ya ji bo agirbesta li Xezeyê de, me daxwaz kir ku Misir, Qeter, Tirkiye, Rûsya û Neteweyên Yekbûyî di her cûre peymanê de bibin garantor.
(AS/AY)