Haberdar hat girtin, berpirsa wê ya nivîsîngeha Enqereyê dê bê desteserkirin
TIBê malpera haberdar.comê girt, biryara desteserkirina Arzu Yildiza berpirsa malperê ya nivîsîngeha Enqereyê, hatiye dayin.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Biryara desteserkirina Arzu Yildiza berpirsa malperê ya nivîsîngeha Enqereyê hatiye dayin.
Polîs ji bo desteserkirina Arzu Yildizê li serê sibeyê çûne mala wê. Ji ber ku hingê Yildiz ne li malê bûye nehatiye desteserkirin.
Ji ber ku Yildizê nûçeya li ser TIRên teqemenî lê hatîn barkirin çêkiribû, cezayê salek û 8 mehan girtina wê hatibû dayin.
Her dîsa TIBê(Serokatiya Ragihandina Telekomûnîkasyonê) malpera Arzu Yilmaz berpirsa wê ya nivîsîngeha Enqereyê ye, şeva dî hat girtin. (EA/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.