Gursel Tekîn ji CHPyê îstîfa kir
Gursel Tekîn ji CHPê îstifa kir û got, "CHP bi armanca li Tirkiyeyê bibe desthilatdar û xizmeta gel bike, ji nasnameya xwe ya partiyeke Ataturkhez û sosyaldemokrat dûr ket."

CHPê civîna Meclisa Partiyê ya pêş hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê li Stenbolê li dar xist. Piştî civînê namzetên hin navçeyên Stenbolê jî eşkere kir. Piştî diyarkirina namzetên 3 bajarên mezin, 4 bajar û 11 navçeyan, ji partiyê îstifayan destpêkir.
Parlementer, Alîkarê Serokê Giştî û Sekreterê Giştî yê CHPê Gursel Tekîn, piştî diyarkirina namzetan li ser hesabê medyaya civakî ragihand ku ji CHPyê îstifa kiriye.
Gursel Tekîn sedema îstifaya xwe aşkere kir û got, "CHP bi armanca li Tirkiyeyê bibe desthilatdar û xizmeta gel bike, ji nasnameya xwe ya partiyeke Ataturkhez û sosyaldemokrat dûr ket."
(Mİ/HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.