Girtiyê nexweş yê 71 salî Necmettîn Ormanli serbest bûye
Yek ji girtiyên nexweş Necmettîn Ormanli yê 71 salî piştî cezayê wî qediyaye hatiye berdan.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Girtiyê nexweş yê 71 salî Necmettîn Ormanli serbest bûye. Ormanli li Girtîgeha Tîpa T ya Eskîşehîrê dihat girtin.
Girtiyê nexweş Necmettîn Ormanli yê 71 salî di sala 2020an de li Silopiya ya Şirnexê bi îdiaya ku “Li ser navê rêxistinê sûc kiriye” hatibû girtin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Ormanli li Girtîgeha Tîpa T a Eskîşehîrê dihat ragirtin. Yek ji girtiyên nexweş bûye û nexweşiyên wî yên tansiyona bilind, diyabet, astim, bronşît û nexweşiya dil hebûn.
Malbat û xizmên Ormanli li pêşiya girtîgehê pêşwaziya wî kirine.
Bi kêmanî 81 girtî mirin
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (IHD), li Tirkiyeyê hîna 651 jê giran, hezar û 517 girtiyên nexweş hene.
Di sala 2022yan de bi kêmanî 81 girtî mirin. (NT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.