“Girtîgeh biryara dadgehê qebûl nake”

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Her çiqas ku ez nizanim wê çi wextê têkeve destê we lê em ê di nava şertên kêm de di nivîsandina binpêkirina mafan de berdewam bikin. Ji bo ku tiştên tên serê me di nava çar dîwaran de neyên zindanîkirin û ji bo binpêkirina mafan bidawî bibin…”
Mecît Şahînkayayî ji Girtîgeha Tîpa Fyê nameyek ji bianetê re şandiye. Şahînkayayî di nameya xwe de dibêje ku rêveberiya girtîgehê pirtûkan li wan qedexe dike. Li ser vê rewşê wan serî li dadgehê daye, dadgehê ji bo dayîna pirtûkan biryar daye lê rêveberî li gorî vê biryarê tevnagere û pirtûkan nade wan.
Nameya ji bo bianetê “zerardar” nirxandiye
Şahînkayayî diyar kiriye ku dema ew dixwazin bi nameyan binpêkirina mafên xwe ji rojnamegeran re binivîsin, rêveberiya girtîgehê nameyên wan ji xwediyên wan re naşînin. Dadweriya Înfazê û Dadgeha Cezayê Giran li hemberî vê biryaran distînin lê rêveberî van biryaran jî pêk nayne.
Di nameya xwe de gotiye ku Talat Şanliyê di heman girtîgehê de ji bianetê re nameyek şandiye. Di vê nameyê de behsa binpêkirina mafên wan kiriye, lê rêveberiyê “zerardar” dîtiye û neşandiye. (AS/FD)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket

Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin

Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim

DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye

Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
