Fûze li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ketine

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdîyi daxuyandiye ku fûze li Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê ketine.
Li gor daxuyaniya ofîsa çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê Ebdulmehdîyî wiha gotiye:
"Êrîşa dijminane ya li dijî nûnertiyên mîsyona biyaniyan bi fÛzeyên ku li avahiya Balyozxaneya Amerîkayê ketin dubare bû. Em vê çalakiya dereqanûnî şermezar dikin û me telîmat da hêzên xwe yên ewlehiyê ku êrîşkaran bigrin û teslîmî edaletê bikin."
Ebdulmehdî hişyarî da ku êrîşên bi vî rengî wê Iraqê veguhêze qada qayişkêşiyê û ragihand ku ew ê wezîfeya parastina nûnertiyên mîsyona biyaniyan ên li welêt bidomînin.
Tora Medyayê ya Ewlehiyê ku girêdayî hikûmeta Iraqê ye, daxuyandibû ku 5 fûzeyên Katyuşayê avêtin Herêma Kesk.
Di daxuyaniyê da nehatibû gotin ku fuze li Balyozxaneya Amerîkayê ketine.
(MB)
*Çavkanî: Ajansa Anadoluyê