Fezlekeya Semra Guzelê şandine Meclîsê
Fezlekeya ku derbarê Semra Guzel, Parlamentera HDPê de hatibû amadekirin, şandine Serokatiya Meclîsê.

Fezlekeya ku derbarê Semra Guzel, Parlamentera HDPê de hatibû amadekirin, şandine Serokatiya Meclîsê.
Derbarê Semra Guzel, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê de fezleke hatibû amadekirin. Fezleke duh ji Wezareta Dadê şandibûn Serokkomariyê û îro jî şandine Serokatiya Meclîsê.
Bixwîne- Serokê Meclîsê Şentop: "Divê parêzbendiya Semra Guzelê bê rakirin"
Fezleke bi îdiaya ku Guzel “endama rêxistinê ye” hatiye amadekirin û wê bişînin Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê jî. Tê çaverêkirin ku Komîsyon li ser fezlekeyê nêrînê xwe diyar bike û pişt re jî bişînin Desteya Giştî ya Meclîsê. Li Desteya Giştî biryara rakirina parêzbendiya Guzelê were dayîn dê rê li ber darizandina wê bê vekirin.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.