SEROKWEZÎRÊ ÎSRAÎLÊ
“Ez dersa exlaqî ji wî rêberî nastînim ku wî bombe li gundên kurdan barandine”

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) quds wek paytexta Îsraîlê nas kir. Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) û serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî duhî biryara DYAyê û Îsraîl rexne kir. Wî got: “Îsraîl dewleteka dagirker e, Îsraîl dewleteka terorîst e.”
Serokwezîrê Îsraîlê li Fransayê piştî civîneka digel serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî bersiva pirsên medyakaran da wî got: “Berrêzê Erdogan êrîşî Îsraîlê kir.”
Wî li gotinên xwe zêde kir û got:
“Ez ji wî rêberî dersê nastînim(Erdogan) ku li welatê xwe bombe li gundên kurdan barandine, rojnameger kirine di girtîgehan de, alîkariya binpêkirina sepandina li ser Îranê kiriye û Xezze jî tê de alîkariya terorîstan kiriye ku mirovên bêguneh bikujin.”
Berdevkê serokkomariyê, Îbrahîm Kalinî da zanîn ku Serokkomariya Tirkiyeyê gotinên serokwezîrê Îsraîlê, Benjamîn Netenyahûyî şermezar dike.(PT/MB)