Eutelsatê weşana Med Nûçeyê sekinand
Eutelsatê îro di siet 11ê de weşana Med Nûçe TVyê sekinandiye. Med Nûçe televizyonek e ku bi zimanên Kurdî û Tirkî ji Ewropayê weşanê dike.

Ji bo Tirkî / İngilîzî bitikîne
Utelsata ku navenda wê li Fransayê ye du caran Ned Nûçe hişyar kiriye ku weşana xwe di roja Duşemê de siet:10:00 bisekinîne û îro di siet 11:00ê de Utelsatê weşana Med Nûçeyê sekinand.
Utelsatê cara pêşiyê di 29ê Îlonê de talîmata sekinandina weşanê dabû Med Nûçeyê û Med Nûçeyê diyar kiribû ku ev daxwazeka Tirkiyeyê ye.
BIXWİNE: Wê weşana IMC TVê qut bikin
Piştî ku di sala 2013ê de Dadgeha Kopenhagê biryara girtina Roj TV, Nûçe TV û MMC TVyê da Med Nûçe TVyê ji seteleyta Fransayê ya Utelsatê dest bi weşanê kiribû. (OU/ÇT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.