Erdoganî li ser erkdarkirina kayyûman got: ''Berê jî hêviya min ew bû''
Erdoganê serokkomar piştî nimêja cejnê bersiva pirsên li ser erkdarkirina kayyûman ku bibin şaredar axivî û got: ''Li gor min ev gaveka derngmayî ye.
Divîya ji beriya niho ev gav bihatiya avêtin.

Recep Tayyîp Erdoganî piştî nimêja cejnê bersiva pirsên rojnamegeran da.
Li ser erkdarkirina 28 kayyûman Erdoganî got:
'' Ya rastî ev ne tiştek nû ye. Li gor min ev gaveka derengmayî ye. Ji beriya niho jî hêviya min ew bû ku ev yek pêk bê. Hêviya min ew e ku ev şaredar dê hinek gavên bibin mînak biavêjin û xizmeta heta niho nehatî kirin bikin. Wek şaredaran hûn nikarin piştgiriyê bidin rêxistinên terorî, hûn jê berpirs in ku xizmetê bikin.'' (ÇT/MB)
*Wêne: AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.