Erdoganê serokkomar: Rewşa Awarte dê dîsa bê dirêjkirin
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan got: “Heke dema Rewşa Awarte temam bibe dê dîsa bê dirêjkirin. Ti tiştên ji vê yekê re bibin asteng nînin.”

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokkomarê Recep Tayyîp ji bo Bernameya Taybet a li ser Referandûmê bû mêvanê TGRTyê û bersiva pirsên rojnamegeran da.
Rojnamegerê Batuhan Yaşar da zanîn ku dema Rewşa Awarte dê tejî bibe. Li ser vê yekê Erdoganî got:
“Heke dema Rewşa Awarte temam bibe dê dîsa bê dirêjkirin. Ti tiştên ji vê yekê re bibin asteng nînin. Li Fransayê bi dirêjkirina wê dinya xera nabe. “
Pêvajoya Aştiyê
“Berê hevalên me ji bo Projeya Biratî û Yekîtîya Neteweyî, Pêvajoya Aştiyê bi nûnerên kesên bi vî rengî re hev didîtin. Êdî ew dewr temam bû.
Şerê li Sûriyeyê
“Em jî dê digel Artêşa Azad a Sûriyeyê [li Sûriyeyê] hebin.
“Ey Amerîka heke tu bibêjî ku tu dê digel YPG û PYDyê bi karî bikim, hingê em ne digel we ne.”
(AS/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.