Erdoganê serokkomar: Elhemdûlîllah 1 li 10ê ye
Erdoganî got:”Erê şehîdên me jî çêdibin lê tola wan tê hildan.”

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokkomarê, Recep Tayyîp Erdogan di bernameya 564. Salvegera Vegirtina Stenbolê de axivî.
Li gor nûçeya Îdrîs Tîftîkçîyî ya di Anansa Nûçeyan a Doganê de hatî weşandin, hin beşên axiftina Erdoganî ev in:
“Şehîdên me çêdibin lê ne tola wan ne jî xwîna wan li erdê dimîne.
“Di van rojên dawiyê de, Elhemdûlîlah 1 li 10ê ye. Em bedelê wê ev qasê giran li wan didin dayin.
“14 sal in ku em desthilat in. Lê ji bo desthilata civakî û çandî kêmayên me hene.
“Bêguman hin pêketiyên nû hene. Eleqeya ji bo dibistanên Îmam Xetîban zêde bûye. Dersên Qur’ana Kerîm tê xwendin, dersa zimanê Osmanî bûye dersa bijarte.”
(AS/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.