Erdogan: Em ê li ser mijara bidarvekirinê bi mûxalefetê re biaxivin
Serokkomar, Recep Tayyîp Erdogan li ber deriyê mala xwe ya li Kisikliyê axivî. Welatiyên li ber deriyê wî kom bûyîn dirûşmên ‘’em dixwazin îdam bê’’ gotin li ser vê yekê serokkomarî got ‘’em nikarin daxwaza we tine bihesibînin.’’

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokkomar, Recep Tayyîp Erdogan li ber deriyê mala xwe ya li Kisikliyê axivî. Welatiyên li ber deriyê wî kom bûyîn dirûşmên ‘’em dixwazin îdam(bidarvekirin) bê’’ gotin.
Ji ser van gotinan serokkomarî got:
‘’Li ser mijara îdamê em ê bêguman biryarekê bidin. Bira û xuşkên min em wek hikumet vê daxwaza we dibînin û dibihîsin. Em nikarin vê daxwaza we tine bihesibînin. Di demokrasiyan de xelk çi bibêjin [tîştê bê kirin] ew e. Ez welê difikirim ku hikûmet dê bi mûxalefetê re biryarekê bide.’’
Piştî axiftinên Erdoganî, melayek axivî û got: ‘’Ya rebbî tu me ji hemî şerr[guneh] û gunehkaran biparêze. Nemaze tu me ji gunehkarên xwenda biparêze.’’ (ÇT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.