Erdogan dê di 2yê Gulanê de bibe endamê AKPyê
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar dê di 2yê Gulanê, roja sêşemê de bibe endamê AKPyê.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar dê di 2yê Gulanê, roja sêşemê de bibe endamê AKPyê.
Erdoganî ji beriya referandûmê eşkere kiribû ku ew ê piştî referandûmê bibe endamê AKPyê. Bi referandûmê 18 xalên Qanûna Bingehîn dê bê guhertin.
Di 3yê Çiriya Paşiyê ya 2019ê de, hilbijartina giştî û hilbijartina serokkomariyê dê bi hev re bê kirin.
Tê çaverêkirin ku sê xalên Qanûna Bingehîn ji beriya xalên dî bê erêkirin. Hersê xal di heqê hilbijartina serokkomaran, guhertina Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran û rakirina dadgehên leşkerî ne. (NV/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.