Endamê PENa Kurd, Bûrhan Sonmez bûye Serokê PENa Navnetewî

Nivîskar Burhan Sonmez weke Serokê PENa Navnetewî hatiye hilbijartin.
Sonmezê ku ji Haymana, navçeya Konyayê ye di heman demê de endamê PENa Kurd e jî. Li gorî zanyariyan ji bilî rêveberiya PENa Kurd û PENa Tirkiyeyê bi qasî 40 PENan piştgirî dane ji bo hilbijartina Sonmezî.
Hilbijartin îro li gorî saeta Tirkiyeyê di 16.30 deqîqeyan de encam daye. Ji bilî Sonmezî, Gioconda Belli û Ben Okri endam bûn ji bo serokatiya PENa Navnetewî.
Sonmez her weha ev demek e Endamê Lijneya Rêveber a PENa Navnetewî bû.
Derbarê Bûrhan Sonmezî de*
Di sala 1965an de li Haymanayê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya dibistana seretayî û ya navîn li Polatlıyê qedandiye. Piştî ku li Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Dadê qedandiye, çend salan parêzertî kiriye. Di rojname û kovarên curbicur de li ser çand û wêjeyê nivîsên wî weşîyane. Bi salan li Birîtanyayê maye.
Heta niha sê romanên Sönmezî hatine weşandin: Kuzey (Bakur) (2009), Masumlar (Hespên Reş Bayên Sorgevez) (2011), Stenbol Stenbol (Stenbol Stenbol) (2015). Hespên Reş Bayên Sorgevez di 2011’an de perûya wêjeyê ya Sedat Simavi wergirt û di heman salê de perûya romana herî serkeftî ya İzmir St. Joseph wergirt. Hespên Reş Bayên Sorgevez li Îngilîzî (Sins&Innocents), Îtalyanî (Gli Innocenti) û Sirpî (Nevini) jî hatiye wergerandin. Xelîl Semedî pirtûka wî bi navê Hespên Reş Bayên Sorgevez ji bo kurmanciyê wergerandiye û Weşanxaneya Lîsê we çap kiriye. (FD)
*Çavkanî:Weşanxaneya Lîsê