Endamê Meclisa Partiyê yê DBPê Gultepe hate desteserkirin
Endamê Meclisa Partiyê yê DBPê Alî Gultepe li Stenbolê di serdegirtina malê de hate desteserkirin.

Polîsan li Stenbolê di saetên serê sibê de bi ser hin malan de girtin. Di serdegirtina malan de endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Alî Gultepe û endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cuneyt Yeşîlyûrt hate desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê de derbarê desteserkirinê de tu agahî nehatin girtin. Hate diyarkirin ku Gultepe û Yeşîlyûrt birine Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.
(AY)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.