Endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onen hatiye desteserkirin
Endama Tevna Parastinan Jinan Denîz Onen di serdegirtina mala xwe de hatiye desteserkirin.

Li Bûrsayê vê sibehê polîsan bi ser mala endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onenê de girtine û ew desteserkirine.
Polîsan li mala Onenê lêgerîn pêk anîne û pişt re Onen desteserkirine. Onen birine kontrola tenduristiyê û hatiye zanîn ku dê bibin Midûriyeta Polîsan a Bûrsayê.
Heta niha diyar nebuye ku Onen ji ber çi hatiye desteserkirin. (AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.