Encama fermî ya referandûma Herêma Kurdistana Iraqê: Ji sedî 92,73 Belê
Ji sedî 72yê dengdêrên Herêma Kurdistana Iraqê ji bo referandûma serxwebûnê deng dan. Encamên fermî duhî hatin eşkerekirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji sedî 72yê dengdêrên Herêma Kurdistana Iraqê ji bo referandûma serxwebûnê deng dan. Encamên fermî duhî hatin eşkerekirin.
Referandûma ji bo Herêma Kurdistanê û herêmên Kurdistanî yên derveyî Kurdistanê di 25ê Îlonê de hatibû kirin.
Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Kurdistanê ev encam eşkere kir:
Ji 4 milyon û 581 û 255 kesên mafê dengdanê heyî 3 milyon û 85 hezar û 295 kesan deng dan.
3 milyon û 85 hezar û 935 deng li gor pîvanên dengdanê hatine bikarhînan, 21 hezar û 180 deng ne li gor pîvanan hatine bikarhînan û ew deng nehatine hesibandin.
Ji sedî 92,73yê dengan ji bo “Belê”yê hatine dayin
ji sedî 7,27ê dengan ji bo “Na”yê hatine dayin.(HK/MB)
Wêne: Yunus Keleş – Hewlêr/AA
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.