ENAG: Enflasyona salane ji sedî 108,5 e
ENAGê aşkere kiriye ku enflasyona mehane ji sedî 8,54 û ya salane jî ji sedî 108,58 e.

Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) ku ji akademîsyen û aborînasan pêk tê, daneyên enflasyona meha Hezîranê eşkere kiriye.
Li gorî daneyên ENAGê enflasyona mehane ji sedî 8,54 û ya salane jî ji sedî 108,58 e.
Her weha rêjeya enflasyona qonaxa Kanûna Paşiyê-Hezîranê jî weke ji sedî 50.53 hatiye hesabkirin. (AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.