Eli Înanirî ji bo Jîna Mahsa Amîniyê stranek çêkiriye
Elî Înanirî tevî Sîma Abxêzrê gotinên stranê nivîsiye û wî bi xwe muzîk jê re çêkiriye.

Elî Înanirî ji bo Jîna Mahsa Amîniyê stranek amade kiriye û weşandiye.
"Polîsên exlaqparêz" di 13ê Îlonê de Jîna Mahsa Amînî desteser kiribû. Li qereqolê ji ber kiryarên xirab, tenduristiya Jîna Mahsa Amîniyê nebaş bûbû. Amînî di 16ê Îlonê de miribû. Piştî mirina wê li seranserê Îranê, xwenîşandan dest pê kiribûn.
Navê stranê "Jîna Canê" ye û Elî Înanirî tevî Sîma Abxêzrê gotinên stranê nivîsiye. Her weha Înanirî bi xwe muzîk ji stranê re re çêkiriye.
Înan Tatî aranjoriya stranê kiriye û Anadolû Muzîkê stran belav kiriye. (FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.