Ehmed Şara dê sibê were Tirkiyeyê

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun aşkere kir ku Serokê Demkî yê Sûriyeyê û Serokê HTŞyê Ehmed Şara (Mihemmed el-Cûlanî) dê were Tirkiyeyê.
Altun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku Şara wê sibê (4ê Sibatê) li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan were Enqereyê.
Fahrettîn Altun weha gotiye:
"Di hevdîtinên ku dê li Qesra Serokomariyê pêk werin de wê bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê ji hemû aliyan ve werin nirxandin û dê gavên hevbeş ên ku her du welat dê ji bo avakirina aramî û ewlehiya domdar û başbûna aboriyê biavêjin werin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinanan de dê li ser piştgiriyên ku dikarin bi rêya platformên piralî ji birêvebiriya veguhêz û gelê Sûriyeyê re bên dayîn jî bê rawestandin.
Em bawer dikin ku serdana Birêz Ehmed Şer û heyeta wî bibe wesîleya xurtbûn û berfirehbûna pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê yên ku piştî azadiya Sûriyeyê ji nû ve hatine avakirin.”