DYA: Ji bo Herêma Ewle divê dewletên herêmê teahûdê bidin
Berdevkê Qesra Spî eşkere kir ku ji bo çêkirina Herêma Ewle ti nexşerêyên berdest nînin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê, Qesra Spî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Sean Spicer li ser çêkirina Herêma Ewle axivî.
“Em niho nikarin ji bo Herêma Ewle teswîra cihekê bikin.”
Spîncerî eşkere kir ku nexşerêyek an jî planeka ji bo çêkirina Herêma Ewle nîne.
Berdevkî eşkere kir ku şerê digel DAIŞê, alîkariyên mirovî û pevçûnên di nav civakê de dê dê bibin sebebên çêkirina Herêma Ewle.
Fikrên ji hev cida
Serokê Amerîkayê, Donald Trûmpî gotibû “teqez ez ê li Sûriyeyê herêmeka ewle çêbikim.”
Rûsyayê jî eşkere kiribû divê hemî hesab bêne kirin. Ev yek dê rewşa penaberan dijwartir bike. (YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.