Duh li Tirkiyeyê 123 kesên din ji ber Covid-19ê mirine
Duh li seranserê Tirkiyeyê 123 kesên din ji ber Covid-19ê mirine. Nexweşî li 4 hezar û 674 kesên din peyda bûye.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gorî van amaran duh nexweşî li 4 hezar û 674 kesên din peyda bûye. 123 kes mirine. Hezar û 454 kes ji nexweşiyê filitîne.
Testa 39 hezar û 703 kesan hatiye kirin.
Li gorî vê encamê heta niha testa 673 hezar û 980 kesan hatiye kirin. 90 hezar û 980 pêketî hene. Ji ber vê nexweşiyê li ser hev 2 hezar û 140 kes mirine.
Hezar û 909 kes li beşên nexweşiyên giran tên dermankirin. Hezar û 33 nexweş entube ne. 13 hezar û 430 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.