Duh hezar û 671 kes bi Covîd-19ê ketine û 57 kes jî pê mirine
Li Tirkiyeyê heta niha 340 hezar û 450 kes bi Covîd-19ê ketine û 9 hezar û 14 kes jî pê mirine.

Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 671 kesên din peyda bûye. 57 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 9 hezar û 14an. Her weha hezar û 396 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 115 hezar û 328 kesan hatiye kirin.
Heta niha 11 mîlyon û 961 hezar û 670 test hatiye çêkirin. 340 hezar û 450 kes bi nexweşiyê ketine û 9 hezar û 14 kes jî pê mirine.
Heta niha 298 hezar û 368 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 5.9ye û hejmara nexweşên giran jî hezar û 418ye. (EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.