Duh 9 hezar û 572 kes bi Covid-19ê ketine, 73 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 126 hezar û 527 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 572 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 73 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 126 hezar û 527 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 572 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 658 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 73 kes bi nexweşiyê mirine. 6 hezar û 210 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 192 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 674 hezar û 766e.
Her weha 28 hezar û 358 kes mirine. 2 mîlyon û 546 hezar û 503 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.