Duh 9 hezar û 561 kes bi Covid-19ê ketine, 72 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 124 hezar û 15 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 561 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 72 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 124 hezar û 15 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 561 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 660 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 72 kes bi nexweşiyê mirine. 5 hezar û 297 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 200 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 665 hezar û 194e.
Her weha 28 hezar û 285 kes mirine. 2 mîlyon û 540 hezar û 293 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.