Duh 9 hezar û 375 kes bi Covid-19ê ketine, 175 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 223 hezar û 104 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 375 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 175 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî /îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 223 hezar û 104 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 375 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 693 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 175 kes bi nexweşiyê mirine. 11 hezar û 192 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 667 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 203 hezar û 385e.
Her weha 46 hezar û 621 kes mirine. 5 mîlyon û 45 hezar û 508 kes jî baş bûne. (TP/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.