Duh 9 hezar û 107 kes bi Covid-19ê ketine, 75 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 123 hezar û 734 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 107 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 75 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 123 hezar û 734 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 107 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 633 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 75 kes bi nexweşiyê mirine. 5 hezar û 546 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 185 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 655 hezar û 633e.
Her weha 28 hezar û 213 kes mirine. 2 mîlyon û 534 hezar û 996 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.