Duh 8 hezar û 962 kes bi Covid-19ê ketine, 170 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 169 hezar û 847 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 962 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 170 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 169 hezar û 847 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 962 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 958 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 170 kes bi nexweşiyê mirine. 9 hezar û 11 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 512 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 364 hezar û 801e.
Her weha 23 hezar û 495 kes mirine. 2 mîlyon û 236 hezar û 938 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.