Duh 8 hezar û 738 kes bi Covid-19ê ketine, 166 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 221 hezar û 214 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 738 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 166 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî /îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 221 hezar û 214 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 738 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 681 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 166 kes bi nexweşiyê mirine. 12 hezar û 205 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 561 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 212 hezar û 12e.
Her weha 46 hezar û 787 kes mirine. 5 mîlyon û 57 hezar û 713 kes jî baş bûne. (RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.