Duh 7 hezar û 839 kes bi Covid-19ê ketine, 197 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 210 hezar û 291 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 839 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 197 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 210 hezar û 291 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 839 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 710 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 197 kes bi nexweşiyê mirine. 11 hezar û 202 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 843 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 186 hezar û 487e.
Her weha 46 hezar û 268 kes mirine. 5 mîlyon û 24 hezar û 313 kes jî baş bûne. (RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.